Ûrsêtê mûşeka dengbirr bi kar anî
Adar 28, 2023 16:59 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîya Ûrsêtê ragihand ku çend mûşekên dengbirr (Hypersonic) yên dijegemî li Deryaya Japonê bi kar anî.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand: Paporên Kompaporên Pacific`ê mûşekên kurûz ên Moskît (Mesquite) ber bi armanceke deryayî ya dijminê destnîşankirî li Deryaya Japonê avêtin.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha ragihand: Kompaporên Pacific`ê û armancên destnîşankirî 100 kîlometiran dûr hev bûn û 2 mûşekên kurûz ên Moskît bi awayekî serkevtî li armancê ketin.
Ûrsêtê mûşeka dengbirr berî vîya di manovra hevpar a Mûsa-2yê ya digel Çîn û Afrîqaya Başûr da bi kar anîbûn.