Adar 28, 2023 09:20 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna derheq kêmbûna mamosteyan a ber bi zêdebûnê li Almanyayê

Serokwezîrê Almanyayê li ser kêmbûna mamosteyan li vî welatî û xirabûna rewşê di salên dahatî da hişyarî da.

Olaf Şûlts, Serokwezîrê Almanyayê li bara pirsgirêka ber bi
zêdebûnê ya kêmbûna mamosteyan li dibistanên vî welatî
got: Wekî mînak divê em ji bo kêmbûna mamosteyan
amade bin. Ez fikir nakim gelek kesan tiştekî wiha texmîn
kiribe.
Şûlts, herêma Bayêrn wekî mînakek ji wan navçeyan da
zanîn ku mamoste bi awayekî ber bi zêdebûnê li wan kêm
dibin.
Li gorî gotina Civata Mamosteyên Almanyayê, sîstima
perwerdeya vî welatî ya niha rastî pirsgirêka herî mezin a
kêmbûna mamosteyan di 50 salên buhurî da hatiye.
Serokê vê civatê vê dawiyê ragihand di mideha 10 heta 15
salên buhurî da gelek pirsgirêk di siyasetên perwerdehiyê
yên Almanyayê da pêk hatine.