Adar 27, 2023 17:06 Asia/Tehran
  • Olyanov: Troikaya ewrûpî û Amerîkayê vîna destpêkirina bicihanîna Rêkevtinama Navokî ji dest dane

Wekîlê Ûrsêtê li binkeya NY ya li Ewrûpayê got: Fransa, Alman û Brîtanîya wek tiroîkaya ewrûpî û Amerîkayê ti vînek ji bo kemilandina demajoya gotûbêjên vejîyandina Rêkevtinama Navokî ya digel Îranê tinene.

Balyoz û Wekîlê Ûrsêtê li binkeya NY ya li Ewrûpayê Mîxayîl Olyanov di hevpeyvînekê da got: Muzakireyên vejîyandina Rêkevtinama Navokî ya digel Îranê li Vîyenê hela jî di rewşa asêbûnê da ne, lê wer xûya dike şansê kemilandina wê demajoya muzakireyan hela jî heye.

Wî dîplomatê ûris herwiha got: Di destpkê da Amerîka dijî vejîyandina muzakireyên navokî yên li Vîyenê ye û Fransa, Alman û Brîtanbîya jî dijî vê destpêkirinê ne. 

Wî herwiha got: Pêşnivîsek bi awayekî fermî ser masê ye ku zemînesazîyê ji bo vegera bere bere ya Îranê ser bicihanîna sozên xwe û rakirina boykotên neqanûnî yên Amerîkayê dijî Îranê dike.

Îranê berî vîya ni caran ragihandîye ku hez dike muzakireyên navokî bên domandin û pêgirî kirîye ku di encama wan muzakireyana da divê boykotên zalimane yên dijî Têhranê bên rakirin.