Adar 27, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara birîndarên pevçûnên li Fransayê

Hejmara birîndarên pevçûna giran a di navbera xwenîşanderan û hêzên polîs ên Fransayê li rojavaya vî welatî jorda çû.

Li devera Sainte-Julienne li rojavaya Fransayê di navbera nerazîyên hibmerî lêkirina depoyeke mezin a avê ya cotkarîyê û hêzên polîs da pevçûneke giran derket ku di encamê da 4 nerazî bi giranî birîndar bûne û tê gotin ku rewşa wan xeddar e.

Berî vîya hatibû ragihandin ku di encama pevçûna giran a di navbera hêzên polîs û nerazîyan da li rojavaya vî welatî, zêde ji 30 nerazî birîndar bûn.

Di encama vê pevçûnê da 29 polîs jî birîndar bûne ku tê gotin rewşa 2 ji wan giran û xeddar e.

Ew pevçşna wê demê dest pê bû ku hejmarek welatîyên fransî duh bi nîşana nerazîbûna hibmerî lêkirina depoyeke mezin a avê bo cotkarîyê li devera Sainte-Julienne dest bi xwenîşandanê kirin.