Sersekreterê NY: Av tişta herî binirx a hevpar a mirovan e
Sersekreterê NY derheq vê yekê da ku ``mirov ber xeterê ye`` hişyarî da û ji mirovan xwest ku rê û şêwaza sûdwergirtina ji avê biguherînin.
Sersekreterê NY Antoniyo Gotereş ragihand: Av tişta herî binirx a hevpar a mirovan e û divê li rex mijar û babetên din ên cîhanî yên wekî tenduristî, aştî û dabînkirina ewleh a xwarekê cî bigire.
Sersekreterê NY pêgirî kir: Civaka mirovantîyê ber xeterê ye û divê civaka mirovantîyê rê û şêwaza bikaranîna avê biguherîne. Wî pêgirî kir: Divê av li rex mesele ûmijarên din ên wekî tenduristî, paqijî, aştî, hejarî û ewlehîya dabînkirina xwarekê ji hêla sazî û dezgehên cîhanî va bê berçavgirtin.
Sersekreterê NY pêgirî kir: Em bikaranîna bêreje ya avê, vê maddeya zef girîng ku rola wê ya jîyanê ji bo mirovantîyê heye, ji nav dibin û bi jordabirina asta germatîya topa erdê, dibin sebeb ku av bibe hilm.