Adar 12, 2023 15:22 Asia/Tehran
  •  Ûgandayê çalakiya xwe ya navokî dest pê kir

Ûgandayê qala çêkirina yekem hêzgeha navokî li vî welatî kir.

Li gorî rapora Radyoya Swahîlî ya Beşa Dervesînor a IRIB News’ê, Dewleta Ûgandayê ragihand ku ew ê çêkirina yekem hêzgeha navokî li vî welatî bi navê Hêzageha Navokî ya Buyende’yê bi hevkariya Kompaniya Neteweyî ya Navokî ya Çînê dest pê bike.

Dewleta Ûgandayê ragihandiye ku ev hêzgeh ji bo bikaranîna enerjiya navokî di berhemanîna ceryanê da û bi armanca misogerkirina ewlehiya enerjiyê û dabînkirina ceryana pêwîst ji bo pêşketina welêt tê çêkirin.

“Yoweri Museveni” Serokkomarê Ûgandayê got: Welatê me xwedî zimhêr û çavkaniyên zehf ên Ûraniyûmê û em dixwazin wan bi kar bînin. “Yoweri Museveni” her wiha li ser meyl û daxwaza vî welatî ji bo bikaranîna Ûraniyûmê bo çêkirina yekemîn rekatora navokî li rojhilatê Afrîqayê tekez kir.

“Ruth Nankabirwa Ssenamu” Wezîrê Enerjî û Kanzayê yê Ûgandayê jî got: “Pêdiviyên ji bo nirxandina navçeya Buyende’yê pêk tên da ku rê ji bo çêkirina yekem projeya enerjiya navokî ku biryar e 2000 Megawatt ceryanê berhem bîne, xweş bibe.

Wî her wiha got: Ev hêzgeh dê li derdora 150 kîlomitriya bakurê Kampalaya paytexta Ûgandayê bi armanca zêdekirina çavkaniyên dabînkirina ceryanê û lezandina pêvajoya bidestxistina enerjiya pak ku beşeke girîng a têkoşîna dijî guherînên keşûhewayê ye, dê bihê çêkirin.

 

Serepeyv