Sibat 26, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Xaxamên amerîkî ji bo piştevaniya ji Filistînê li ber baregeha NY’yê kom bûn

Hejmareke xaxamên amerîkî yên nasyar bi kombûna li ber baregeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yrokê, ji ber dewama piştevaniya ji Rejîma Siyonîst rexne li Amerîkayê girtin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Xaxam “Dovid Weiss” Berdekê cihûyên dije-siyonîst di bersiva pirsa nûçegihanê IRAN Press’ê da got: “Em bi nûnertiya ji xaxamên Quds, New York û çend bajarên din li ber baregeha NY’yê kom bûn û ji vê saziyê dixwazin ku cinayetên Îsraîlê şermezar bike û derheq wan sersar nebe.”

Vî xaxamê dijesiyonîst her wiha got ku ew renc û derdên gelê Filistînê hîs dike û dînê wan destdirêjî û azirandina gelê Filistînê napejirîne.

Xaxam “Dovid Weiss” got: Rejîma Îsraîlê ji bilî gelê Filistînê, cihûyan jî diazirîne.

Xaxam “David Feldman” kesayetiyê mezhebî yê dijesiyonîst li Amerîkayê jî got: Armanca vê kombûnê şermezarkirina her cûre hevhatina digel Îsraîlê li dijî filistîniyan e.

Vî xaxamî tekez kir: Dagirkirina Filistînê ji aliyê Îsraîlê va cinayeteke dijemirovî û dijminatiya li hemberî Xwedê ye; rejîma Îsraîlê ji bilî azirandina filistînîyan, cihûyan jî diazirîne.

 

 

 

Serepeyv