Çile 18, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Amerîkayê wênegirkên jêrsor xelatî Uzbekistanê kirin

Balyozxaneya Amerîkayê li Taşkendê 225 heb wênegirk anku kamerayên jêrsor (infrared) xelatî dewleta Uzbekistanê kirin.

Li gorî rapora Fars News'ê, Balyozxaneya Amerîkayê li Uzbekistanê roja Çarşemiyê ragihand ku Jonathan Henick balyozê Amerîkayê li vî welatî 225 heb wênegirkên jêrsor ên ji modela Monocular FLIR'ê xelatî Hêzên Sînorî yên Xizmetên Ewlehiya Dewletê yên Uzbekistanê kirin.

Bextiyar Mensûrov Fermandeyê Hêzên Sînorî yên Xizmetên Ewlehiya Dewletê yên Uzbekistanê ev kamera ji balyozê Amerîkayê wergirtine.

Ev wênegirk ji aliyê Binyata Qedexetiya Berfirehkirin û Jiçekkirinê va hatine xelatkirin; binyata ku bûceya wê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê va tê dabînkirin.

Bihayê van amûrên xelatkirî 600 hezar dolar e û beşeke alîkariyên Amerîkayê bo Uzbekistanê di warê ewlehiyê da ye.

Di Nîsana 2022an da jî Amerîkayê 20 erebeyên Toyota Hilux û Fortuner dane ber destê Hêzên Sînorî yên Xizmetên Ewlehiya Dewletê yên Uzbekistanê.

Nakokiyên sînorî ji nakokiyên navbera welatên Asyaya Navînê piştî serxwebûna ji Soviyetê ne. Ji ber van nakokiyan bi caran şer û pevçûn navbera wan derketine. Uzbekistan, Tacîkistan, Tirkmenistan, Qezaqistan û Qirqîzistan welatên Asyaya Navînê in.

 

Serepeyv