Çile 14, 2023 15:47 Asia/Tehran
  • Qeyrana Hişkesaliyê gelek pirsgirêk li Arjantînê pêk anîne

Enstîtûya La Rural De Vera’yê ragihand, Di germegerma hişyariyên têkildarî kêmbûna xwaremeniyê li Santa Fe’ya Arjantînê, qeyrana hişkesaliyê bûye sebeba jinavçûna berhemên çandiniyê û mirina ajelan.

Ji ber qeyrana hişkesaliyê li navçeya Santa Fe’ya Arjantînê zevîyên vê navçeyê çilmisî û hişk bûne û leşên mange û ajelên din li seranserî çêregehên hişk û reqûrût tên dîtin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Sebastián Volkart Serokê Enstîtûya La Rural De Vera’yê ragihand: “Ev rewşeke sehmnak û bikaresat e. Rewşa hişkesaliya sêsalî li navçeya Santa Feya Arjantînê di 45 rojên derbasbûyî da ji ber germahiya zêde, xerabtir bûye.”

Sebastián Volkart got: “Dibê qey em ê êdî golikan li vê navçeyê nebînin û eger rewş bi vî rengî pêşda biçe, dê wehşetnak bibe û heta me yê şîr û goşt jî tunebe.”

Volkart got: “Gişt berhemêner ketine bin bandora vê rewşê; lê kar û pîşeyên biçûktir nikarin li hemberî vê rewşê li ber xwe bidin.”

Cotkarekê di vî warî da got: “Eger baran nebare, av jî dê tunebe û di rewşeke wiha da heywan jî dimirin.”

Arjantîn ji berhemênerên herî girîng di warê xwaremeniyê li cîhanê ye, lê van salan tûşî hişkesaliyê bûye û ev diyarde bûye sebeb ku beşa çandiniyê li vî welatî ji nav biçe.

 

Serepeyv