Çile 12, 2023 17:21 Asia/Tehran
  • Raporê Davosê ya 2023an derbarê qeyranên herî girîng ên li pêşberî cîhanê

Civata Cîhanî ya Aborê (Davos) di rapora xwe ya 2023an da nivîsî, pirsgirêka zêdebûna xercên jiyanê û guherînên keşûhewa bi rêzê dê qeyranên cîhanê yên herî girîng di kurtedem û dirêjdemê da bin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya malpera Kanala CNBC'yê, Li gorî vê raporê ku di bereberê civîna salê ya Civata Cîhanî ya Aborê (Davos) da hat weşandin, welatên cîhanê ji bo neketina ber dûhatên di warê jîngehê da yên ji ber germbûna Erdê, divê di deh salên bê da zêdetir ji berê hevkarî bikin da ku alûgorên keşûhewa bigihînin asta herî kêm.

Ev rapor her wiha radigihîne, qeyrana zêdebûna xercan û dijwarbûna debara jiyanê qeyrana herî mezin a li pêşberî cîhanê di kurtedemê da ye.

Rapora îsal a Davosê ku bi hevkariya Koma Sîgortaya Zorîxê û Kompaniya Xizmetan a Marsh & McLennan'ê hatiye amadekirin û weşandin, her wiha radigihîne: Şerê Ukraynê û pandemiya Koronayê bûne sebeba qeyrana enêrjîyê, nebûna ewlehiya xwarekê û enflasyona bilind ku hema bêje hemî welatên cîhanê rastî wan qeyranan hatine.

Li gorî vê raporê, Bandora qeyrana zêdebûna xercên jiyanê li ser civatên berziyan li cîhanê di radeyekê da ye ku tehemilkirina wê gelekî dijwar e.

Qeyranên du salên bê ku di vê raporê da herî zêde amaje bi wan hatiye kirin, bobelatên xwezayî, rûbirûbûna jeoekonomîk (Geoeconomic), zirar û derbeya li hevgirtina civakî, sûcên sayberî yên berfireh, koçberiya bi neçarî di asteke berfireh da û qeyranên çavkaniyên xwezayî tevî alûgorên keşûhewa ne.

 

Serepeyv