Kanûn 22, 2022 18:17 Asia/Tehran
  • Zirara ku 'Eutelsat' ji ber qutkirina kanalên îranî û rûsî dê tûşî wê bê

Kompaniya setlaytê ya Eutelsat'ê ji ber neweşandina bernameyên îranî û rûsî bi rêya vê setlaytê dê tûşî zirara çend miliyon euroyî were.

Kompaniya Eutelsat'ê ya xizmetên setlaytê  çend hefte piştî sepandina boykotên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Îranê, weşana kanala PressTV'yê ya bi zimanê Inglîzî qut kir.

Yekîtiya Ewropayê (YE) roja 14ê Mijdara 2022an bi behaneya alîgiriya ji demokrasiyê kanala PressTV'yê ya bi zimanê Inglîzî û çalakiyên weşanê yên têkildarî Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê tevî kesayet û saziyên îranî boykot kirine.

Di vî halî da, Kompaniya fransî ya Eutelsat'ê ragihand ku li pey rawestandina weşana çend bernameyên televîziyonî li Îran û Rûsiyê, ev kompanî dê tûşî zirareke ji 10 heta 15 miliyon euroyî di salê da bê.

Vê kompaniya xizmetên setlaytê bi daxuyaniyekê ragihand ku weşana sê bernameyên rûsî û tevahiya çalakiyên weşanê yên Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê rawestandine.

Kiryara Kompaniya Eutelsat'ê ya qutkrina weşana kanala PressTV'yê ku wek kiryareke dijî Azadiya Medyayan tê hesab, tişteke nû ji bo Beşa Dervesînorî ya Radyo û Televîziyona Îranê nîne; ji ber ku di salên dawî da bi caran bi behaneyên pûç ji aliyê kompaniyên raberkera xizmetên setlaytê va zext lê hatiye kirin.

 

Serepeyv