Rewşa bikaresat li zîndanên Fransayê; Rêxistinên Mafên mirov hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338055-rewşa_bikaresat_li_zîndanên_fransayê_rêxistinên_mafên_mirov_hişyarî_da
Zîndanên Fransayê di rewşeke bikarseta da ne bi awayekî ku rêxistinên mafên merivan ji ber vê rewşa giran û bikaresat zingila xeterê lêxistiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Rewşa bikaresat li zîndanên Fransayê; Rêxistinên Mafên mirov hişyarî da

Zîndanên Fransayê di rewşeke bikarseta da ne bi awayekî ku rêxistinên mafên merivan ji ber vê rewşa giran û bikaresat zingila xeterê lêxistiye.

Amarên herî dawîyê yên hikûmetê nîşan didin ku hejmara girtîyan sedî 4 jorda çûye ku ev yeka nîşan dide ku dewletên li Fransayê hatine ser desthilatê nekarîne rêçareyeek guncav anegorî destûra Dadgeha Mafên Merivan a Ewrûpayê peyda bikin.

Di vî halî da Serokomarê Fransayê Emmanuel Mecron soz daye ku tivdîrên ciddî ji bo kontrolkirina vê qeyranê bike. Lê çavdêr dibêjin ku ev mijara têkildarî berfirebûna hemî şikên şîdetê li Fransayê pêwîstîya kontrolkirina çavkanîyên wan û çareserkirina wan e.

Şîdeta dijî jinan li Fransayê bi awayekî berdewam zêde dibe lê eva çend sal in ku berpirsên vî welatî himberî vê yekê xemsarîyê dikin. Şîdeta fîzîkî jî gellekî berfire bûye.