Kanûn 01, 2022 17:34 Asia/Tehran
  • Civata Giştî ya NY çend biryarname derbarê Filistînê pejirandin

 Civata Giştî ya NY şeva derbasbûyî li gor xala 33'an a pêvajoya xwe ya karî çend biryraname derbarê Flistînê pejirandin. 

Civata giştî ya NY, biryarnameyek derbarê pêvajoya karê "Komîteya Şopandina Kiryarên Gelê Filistînê bo bidestxistina mafên xwe yên rewa" bi 101 dengên Erê û 17 dengên Na, pejirand û 53 welatan jî dengê bêla da.

Navenda Ragihandinê ya Filistînê derbarê vê yekê de ragihand, her wiha reşnivîsa biryranama têkildarî "Beşa mafên filistîniyan li sekreterxaneya Civata Giştî" bi dengê erê ya 90 welatan û dijberiya 30 welatan hat pejirandin û 47 welatan jî dengê bêla danê.

Civata Giştî ya NY her wiha bo cara yekê biryarnameyek bo lidarxistina civînekê di asta bilind de bo rêzgirtina ji 75'mîn salroja Nikbetê (Dagirkirina Filistînê) di 15ê Gulana sala bê pejirand.

Pêştir, şanda Filistînê li NY û komîteya Şopandina Mafên Gelê Filistînê di civata giştî de hin merasim bo rêzgirtina ji salroja Nikbetê li dar dixistin lê ev cara yekê ye ku merasim li gor daxwaza civatê bixwe dê were lidarxistin. 

 

Serepeyv