Cotmeh 12, 2022 12:34 Asia/Tehran
  • Li Somaliyê 20 terorîstên Eş-Şebab hatin kuştin

Di operasyona artêşa Somaliyê li navenda vî welatî 20 terorîstên Eş-Şebab ya ser bi El Qaîdê hatin kuştin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa nûçan a IRNA`yê, Radyoya artêşa Somaliyê ragihand: Li bajarê Ceybû li navça Wehranê li dema operasyona hêzên leşkerî yên vî welatî û bi hevkariya milîsên eşîreyan 20 terorîstên Eş-Şebab hatin kuştin.

Yekşema borî artêşa Somaliyê ragihandibû ku di operasyonên hêzên leşkerî yên vî welatî de 200 endamên koma têrorîst a Eş-Şebab hatine kuştin.

Eş-Şebab çendîn caran li Mogadîşûya paytexta Somaliyê êrişî ser hêzên hikûmetê û hêzên aştîparêz ên Yekîtiya Afrîqayê kiriye û çendîn operasyonên xwînî li deverên din ên Afrîkayê pêk anîne.

Koma Eş-Şebab gelek caran plan kiriye ku êrişî yekîneyên leşkerên Etiyopyayê yên di Mîsyona Yekîtiya Afrîkayê ya li Somaliyê de ku bi navê "AMISOM" tê nasîn bike û Hêzên hewayî yên Etiyopyayê jî çend caran êrişî koma Eş-Şebab li Somaliyê kirine.

Hêzên Yekîtiya Afrîkayê yên li Somaliyê di bin piştgiriya Neteweyên Yekbûyî de ne û nêzî 20 hezar leşkerên ku hemwelatiyên Uganda, Etiyopya, Burundî û Kenyayê ne, tê de kar dikin.

Serepeyv