Di operasyona artêşa Somaliyê li navenda vî welatî 20 terorîstên Eş-Şebab ya ser bi El Qaîdê hatin kuştin.
Karbidestên pizîşkî yên Etiyopyayê ragihandin, di êrîşeke asmanî de li ser cihê lîstika zarokan li herêma Tigray ya bakurê Etiyopyayê herî kêm 7 kes hatin kuştin.
Medyaya Etiyopyayê ji zarê çekdarên Eniya Rizgarkirina Tîgrayê ragihand, artêşa Etiyopyayê êrîşeke asmanî li ser bajarekî li bakurê wî welatî pêk anî û di encamê de 28 kes hatin kuştin û 76 kes jî birîndar bûn.
Bernama Xurekê ya Cîhanê ya NY`yê hişyarî da ku hejmara kesên li ber xelayê li 43 welatan gihaşt 45 milyon kesî ku îsal 3 milyon kes lê zêde bûne û birçîbûneke zêde li tevahî cîhanê heye.
Li paytexta Etiyopyayê Addis Ababa ji ber rabûna lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrişa hewayî ya artêşa Etiyopyayê de ya li herêma Tigreyê, herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan.
Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî piştî bêencambûna danûstandinên bi Etiyopyayê re yên têkildarî bendava El-Nehzeyê hişyarî da ku dê herêm çi berdêlî bide, heke nakokî li ser avê çêbûn.
Komîseriya Karûbarên Penaberan a NY`yê ragihand ku herî kêm 20 hezar kes ji ber şerê li bakurê Etiyopyayê reviyane Sûdanê.