Piştî erdhejê bi sedan kes li rojavayê Endonezyayê hatin texliyekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336412-piştî_erdhejê_bi_sedan_kes_li_rojavayê_endonezyayê_hatin_texliyekirin
Rêxistina Birêvebirina Bûyerên Sosret a Endonezyayê bi sedan kes ji herêmên erdhejgirtî derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2022 14:26 Asia/Tehran
  • Piştî erdhejê bi sedan kes li rojavayê Endonezyayê hatin texliyekirin

Rêxistina Birêvebirina Bûyerên Sosret a Endonezyayê bi sedan kes ji herêmên erdhejgirtî derxistin.

Duh şemiyê li Endonezyayê du erdhejên bi lerza 6,2 richteran du navçe hejandibûn.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ajansa nûçeyan a Reuters`ê, dewleta Endonezyayê piştî erdheja bi lerza 6.1`ê ya duh li Giravên Mentawai li rojavayê Sumatrayê ku di kûrahiya 27 km de rû da, 200 rûniştiyên vê navçê birin cihên ewle.

Îro jî ajansa nûçeyan a Xinhua ji zarê Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku şeva borî saet 23:00ê bi dema navdewletî erdhejek bi pileya 6.2 li girava Pariyaman a Endonezyayê rû da.

Der barê kuştî û birîndarên vê erdhejê de tu agahî nehatin bidestxistin.