Li Endonezyayê di rojekê de erdheja duyemîn pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336403-li_endonezyayê_di_rojekê_de_erdheja_duyemîn_pêk_hat
Duyemîn erdheja bihêz di kêmtirî 24 saetan de li girava Pariaman a Endonezyayê hejand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2022 09:42 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê di rojekê de erdheja duyemîn pêk hat

Duyemîn erdheja bihêz di kêmtirî 24 saetan de li girava Pariaman a Endonezyayê hejand.

Duh medyayê ragihandibû ku li herêma Papua ya Endonezyayê erdhejek bi pileya 6,2 rû daye. Navenda Jeolojî ya Amerîkayê jî şeva borî ragihand ku erdhêjeke din li yek ji giravên vî welatî rû daye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, navenda erdhejê ya Amerîkayê şeva buhurî (şemî) li gorî dema navneteweyî li girava Parîamanê bi hêza 6.2 erdhejek tomar kir.

Navenda vê erdhejê 175 Km li başûrê rojhilatê vê giravê di kûrahiya 20 Km de hatiye ragihandin.

Derbarê ziyanên canî û ziyanên vê erdhejê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.