Tebax 03, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Çînê ji bo şermezarkirina serdana Pelosî ya Taywanê gazî balyozê Amerîkayê kir

Wezareta Derve ya Çînê gazî balyozê Amerîkayê li Pekînê kir ji bo şermezarkirina serdana Seroka Meclisa vî welatî Nancy Pelosi bo Taywanê.

Seroka Meclisa Amerîkayê Nancy Pelosi roja Sêşemê tevî hişyariyên Çînê gihîşt Taywanê.

  Piştî ku Pelosî gihêşt Taywanê û di tariya şevê de ji aliyê rayedarên vê giravê ve hat pêşwazîkirin, daxuyaniyek da û îdia kir ku serdana wê binpêkirina danezanên hevpar ên Amerîka û Çînê nîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Xi Feng alîkarê wezîrê karên derve yê Çînê, Sêşemiyê bi şev gazî Nicholas Burns Balyozê Amerîkayê li Çînê kir û bi tundî nerazîbûna xwe li hember serdana Pelosî bo Girava Taywana Çînê nîşan da.

Roja Sêşemê Çînê bertek nîşanî serdana Seroka Meclisa Amerîkayê Nancy Pelosi bo girava Taywanê da û bi tundî ew rexne kir.

Wezareta Karên Derve ya Çînê di daxuyaniya xwe ya piştî gihêştina Pelosî ya girava Taywanê de ragihand: Ev karekî pir metirsîdar e û ew wek lîstina bi agir e. Kî bi agir bilîze wê xwe bişewitîne.

Vê wezareta çînê destnîşan kir ku Çîn bi tundî li dijî vê serdanê ye û wê bi tundî şermezar dike.

Serdana Pelosi ya Taywanê di demekê de ye ku di navbera Waşîngton û Pekînê de alozî zêde bûne.

Serepeyv