Nancy Pelosi li Taywanê ye
Tevî gefên tund ên Çînê, balafira serbazî ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi gihîşte Taywanê û sibê dê bi serokê wê re bicive.
Piştî gihîştina Nancy Pelosi bo Taywanê, Çînê demildest sîstema berevanî ya esmanî, li esmanê Taywanê çalak kir û artêşa xwe xiste rewşa amadebaşiyê, herwiha firokeyên şer jî şandin esmanê Taywanê û gefa encamdana operasyona serbazî dixwe.
Berdevkê Wezareta Berevanî yê Çînê ragihand, ew ê rêzeoperasyonên serbazî yên diyarkirî encam bidin.
Berdevkê Wezareta Berevanî yê Çînê herwiha eşkere kir ku Çîn dê berevaniya serwerî û yekbûna axa xwe bike û ji bo serxwebûna Taywanê li dijî destwerdana derekî ye.
Wezareta Derve ya Çînê ragihand, tiştê ku Amerîka dike, paşguhkirina prensîpa yek Çîn e û lîstina bi agir e, kesê ku bi agir bilîze, dişewitîne, eger Waşîngton li ser vê siyaseta xelet berdewam be, divê berpirsyariya encamên wê jî bigre ser xwe.