Rûsya û Ukraynayê rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335411-rûsya_û_ukraynayê_rêkeftina_hinardekirina_genim_îmze_kirin
Duh înê ji dema destpêkirina şer ve cara yekem di merasîmekê de rayedarên Rûsî û Ukraynî rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2022 05:16 Asia/Tehran
  • Rûsya û Ukraynayê rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin

Duh înê ji dema destpêkirina şer ve cara yekem di merasîmekê de rayedarên Rûsî û Ukraynî rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin.

Bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Rûsî û Ukraynî, duh înê li Stenbolê di merasîmekê de rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê ya li ser destpêkirina hinardeya genim bo cîhanê hat îmzekirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di çarçoveya vê mijarê de ragihand: “Bêyî vê rêkeftinê, em nikarin seqamgîriya xurekê biparêzin, loma divê ev rêkeftin were cîbicîkirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî derbarê rêkeftinê de got: “Ji bo vê rêkeftinê em gelek xebitîn. Di van rojan de dê hinardeya genim dest pê bike.”

Erdogan diyar kir: “Em hinardeya genim ji Stenbolê bigihînin cîhanê.”

Herwiha wî got: “Ji bo çaresekirina kêşeyên navbera Rûsya û Ukraynayê planên me hene.”