May 09, 2022 09:52 Asia/Tehran
  • Rêz û baweriya jidestçûyî ya Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyê

Sêrgêyî Lavrov ku demekê wek siyasetvanekî jêhatî rêz lê dihat girtin, hêdî hêdî ev rêza xwe ji dest daye. Axaftina wî di Konseya Mafên Mirovan a NY ku 140 dîplomatî terka salûnê kir, nîşana vê rastiyê ye.

Li gorî rapora Deutsche Weleyê, Destdirêjiya leşkerî ya Rûsiyê li ser Ukraynê û gotinên bi gengeşe yên Sêrgêyî Lavrov ji bo pînekirina vê yekê, kesayetiya dîplomatê herî nasyar ê ûris di qada navneteweyî da gelekî tûşî reş kiriye.

Wezîrê derve yê Rûsiyê di mehên dawiyê da rêz û pêbaweriya xwe wek siyasetvan û gotûbêjkerekî xwedan rêz zêdetir ji berê ji dest daye. Sêrgêyî Lavrov ku di Adara 2022an da bû 72 salî, xebata xwe li Wezareta derve di dehika 70î ya mîladî da û li Yekîtiya Soviyetê dest pê kir. Rastî ev e ku Lavrov bûye berevanê rijd û cidî yê Koşka Kremlînê, di her mijarekê da û bi her awayî.

Lavrov: Mesele pêşeroja cîhanê ye û eva ku ev pêşeroj dê çawa be: "Tekcemserî û di bin fermana Amerîkayê da, wisa ku Waşîngton dixwaze û welatên rojavayî pejirandiye; an jî azad û demokratîk."

Di warê navneteweyî da êdî tiştek ji rêz û hurmeta ku kevnedîplomatê ûris di heyama salan da bi dest xistibû, nemaye.

Civîna Konseya Mafên Mirovan a NY ku di destpêka meha Adarê da li Jenevê hat lidarxistin, neynikek e ku bi tamî şêwaza rûbirûbûna bi Lavrov di warê navneteweyî da nîşan dide; bi destpêbûna axaftina wî di vê civînê da derdora 140 dîplomat ji salûnê derketin.

 

Serepeyv