Xwenîşandana cîhanî ji bo piştgirîya ji Xezzeyê
Bi hezaran kesên piştgirê Filistînê li welatên curbicur ji bo sekinandina êrişên berdewam ên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê daketin kolanan û ew êriş ``qirrkiin`` bi nav kirin.
Bi hezaran kesên nerazî û piştgirê gelê Filistînê bi nîşana piştgirîya cîhanî ji gelê Xezzeyê himber cinayetên Rejîma Sîyonîst daketin kolanên Londonê û xwestin ku agirbes pêk were û şer li vê herêmê were sekinandin.
Ev pêla nerazîbûnan di hefteyên dawîyê da pekîyaye seranserê Ingilîsê. Polîsên Londonê jî bi şîdet û zorê 400 xwenîşander desteser kirin.
Bilî Ingilîsê li Fransayê jî piştgirên Filistînê daketin kolanan û xwestin ku dorpêça ser Xezzeyê were rakirin û qirrkirina gelê Filistînê li vê herêmê were sekinandin.
Li Amerîkaya Başûr jî gelê Şîlîyê bi xwenîşandanekê cinayetên Rejîma Sîyonîst şermezar kir. Li şarê Siûl paytexta Koreya Başûr jî bi hezaran welatî kom bûn û xwestin ku dorpêça ser Xezzeyê demlidest were rakirin û êrişên Rejîma Sîyonîst ser vê zîvalê bên sekinandin. Xwenîşanderan li şarê Siûlê bi rakirina pankardên piştgirîya ji gelê Filistînê, ji civaka cîhanî xwestin ku ji bo sekinandina êrişan û rakirina dorpêça ser Zîvala Xezzeyê bikeve dewrê.
Çavdêr dibêjin ku tundkirina tepeserkirina nerazîbûna piştgirîyên Filistînê zexta giran ser tevgerên gelanî nîşan dide, tevgerên ku dixwazin cinayetên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê werin sekinandin. Hevgavê berfirebûna pêla nerazîbûnnê cîhanî, karwanê gemîyên hilgirê alîkarîyan ji bo têkşikandina dorpêça ser Xezzeyê ku hefteya buhurî ji Barselonaya Spaniyayê va bi rê ketîye, rêya xwe didomîne.