Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê: Ti gotûbêjek li ser şiyanên berevaniyê pêk nayê
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Îran qet li ser şiyan û zirûfên xwe yên berevaniyê bi aliyên din re wê muzakirê neke. Ev mijara pirensîpeke neguhêr e.
Îsmaîl Beqayî, îro di civîna heftane ya xwe ya nûçeyan de got: Îro rojê zêde ji her demeke din aşkera bûye ku xelkê Îranê wê îznê nede li ser rêbazên ku ji bo berevaniya ji serwerî, rûmet, serxwebûn û ewlehiya Îranê pêwîst in, ti muzakire yan gotûbêjek bê kirin.
Îsmaîl Beqayî, got: Divê em bala xwe bidin karesaetekê ku hîna li Xezzê diqewime û hemû rojê berûlayên nû ji jînûsayda di vê navçeyê de aşkera dibin. Her dem û kêliyekê hejmara şehîdên vê navçeyê zêde dibin, çi ji ber êrişên leşkerî, çi ji ber birsîtî û tîbûnê yan heta di rêzên belavkirina xwerinê de.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di dewamê de got: Di rewşekê da ku Rejîma Siyonîst di piratîkê de nîşan daye ku pêbendî ti qayîde û qirarekî nîne, Amerîka jî bi awayekî yekalî û bi tevahî di çarçoveya berjewendiyên Rejîma Siyonîst de tev digere. Di rewşeka wiha de divê hemû welatên navçê bi palpiştiya li şiyan û zirûfên xwe bikaribin li hember destdirêjî û êrişên Rejîma Siyonîst li ber xwe bidin ji ber ku berevaniya ji xwe û serweriya welêt, berpirsyarî û mafeke zatî ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha li ser îdiaya Rejîma Siyonîst a li ser dayîna şêwirînê li kêmîneyên navçê got: Nihêrîna Rejîma Siyonîst li hember navçê, derveyî etnîk, ol yan mezhebê nîşan dide ku ev rejîma qet li êriş û derbelêdana li welatên navçê, qet cidatî nekiriye. Bûyerên ku li Sûriye, Libnan û Filistîna Dagirkirî qewimîne, ji wan êrişên ser binavahiyên welatên cînar, vê rastiyê nîşan didin ku Rejîma Siyonîst qet nêteka xêrê li hember welatên navçê yan komeke wan a etnîkî û mezhebî tine.