Nîsan 14, 2022 21:50 Asia/Tehran
  • Zelensky: Rûsya dixwaze nifşeke Ukraynayê jinavbibe

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di gotarekê de bo Parlamentoya Estonyayê îdia kir, bi hezaran kes li bajarên Ukraynayê hatine kuştin û bûne qurbaniyên êrîşên esmanî yên Rûsyayê.

Volodimir Zelensky ji Parlamentoya Estonyayê re îdia kir, heta niha Rûsyayê çendîn cûre bombe û mûşekan li dijî Ukrayniyan bi kar anîne û bi taybetî çekên qedexekirî, di nav wan de jî bombeya fosforê.

Zelensky diyar kir, bi hezaran kes li bajarên Ukraynayê bûne qurbaniyên êrîşên esmanî yên Rûsyayê.

Zelensky herwiha îdia kir: “Armanca Rûsyayê tirsandin û bêhêvîkirina Ukrayniyan e, hewl dide nifşeke Ukraynî ji nav bibe.”

Serokê Ukraynayê dibêje: “Divê civaka navdewletî sizayên girantir û tundtir bi ser Rûsyayê de bisepîne, da ku neçar bibe dawî bi vê kuştin û wêrankariyê bîne.” 

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv