Di teqîna li Bakûyê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332980-di_teqîna_li_bakûyê_de_bi_dehan_kes_mirin_û_birîndar_bûn
Li bajarê Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê di klûbeke şevê de teqînek pêk hat û di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2022 07:50 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Bakûyê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn

Li bajarê Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê di klûbeke şevê de teqînek pêk hat û di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê ji Bakûyê, di encama teqînê de ziyanek mezin gihêşt avahiya kluba şevê.

Her çendî hêj hejmara kuştî û birîndaran zelal nebûye, lê karbidest dibêjin bi dehan kuştî û birîndar hene.

Şahidiyên destpêkê diyar dikin ku teqîn ji ber derketina gazê qewmiye.

Di dîmenên ewil ên ku ji cihê bûyerê derketine de tê dîtin ku xelk diqîrin û bi lez û bez ji avahiyê derdikevin.

Nûçeyên nefermî jî amaje bi wê yekê dikin ku 6 kes bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.