Adar 28, 2022 07:17 Asia/Tehran
  • Pirsgirêkên qutkirina girêdayîbûna Almanyayê bi neft û gaza Rûsiyê

Êrîşa leşkerî ya Rûsiyê li ser Ukraynê berûlayên girêdayîbûna hin welatên rojavayî li kirîna enêrjiyê ji vî welatî zêdetir aşkira kir û daxwaza ji bo kêmkirin û qutkirina vê girêdayîbûnê zêdetir kir. hinek li Almanyayê daxwaza qutkirina bilez a girêdayîbûna bi neft û gaza Rûsiyê ne, lê wezîrê veguhestinê dibêje ku vî karî hewcetî bi demê heye.

Li gorî rapora ajansa Deutsche Welle'ya Almanyayê, Vlodîmîr Zelenskî ku roja Şemiyê, 26ê Adarê bi rêya têkiliya vîdyoyî di konferansa navneteweyî ya Doha Froum'ê li paytexta Qeterê diaxivî, got: Bi zêdebûna kapasîteya berhemanînê ya derfiroşkarên enêrjiyê, Rûsiye dê nekare çavkaniyên xwe yên neft û gazê wek çekekê ji bo standina bacê ji welatên rojavayî bi kar bîne.

Wî teqez kir ku welatên wekî Qeterê ku mazûvanê konferansê ye dikarin ji bo pêkanîna aramî û berdewamiya dabînkirina hewcetiya Ewropayê bi enêrjiyê roleke xwe ya girîng hebin.

Di halekî da ku daxwazên ji bo boykotkirina tam a kirîna enêrjiyê ji Rûsiyê li Ewropayê didome, Folker Weysîng wezîrê veguhestinê yê dewleta federal a Almanyayê derbarê dûhatên vî karî hişyarî da.

Wolfgang Şauble (Wolfgang Schäuble) serokê berê yê Parlimana Almanyayê, yekî din ji siyaetvanên parêzkar û ji piştgirên qutkirina kirrîna neft û gazê ji Rûsiyê ye. Wî got: "Heta eger ne baş be jî, divê em derengî nekin." Wolfgang Schäuble her wiha got: Pûtîn divê bizane: "Em amade ne ji bo şêwaza jiyanê û azadiya xwe, fîdakariyên bingehîn pêk bînin."

 

 

Serepeyv