Adar 25, 2022 21:24 Asia/Tehran
  • Biden: Eger Rûsya çekên kîmyayî bikarbîne emê bersivê bidin

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden di civîna G7ê de li Brukselê ragihand; eger çekên kîmyayî ji aliyê Rûsyayê ve werin bikaranîn, bi heman şêwe ew ê bersivê bidin.

Joe Biden diyar kir: “Min gotûbêjeke gelek eşkere ligel Serokê Çînê Xi Jinping kir, min bi awayekî eşkere jê re got, eger alîkariya Rûsyayê bikin, encamên wê dê xirab bibin, ez gefê naxwim, me ligel Serokê Çînê gotûbêjeke dûr û dirêj kir, ew naxwazin berjewendiyên xwe têk bibin.”

Biden dibêje: “Duşema bê, roja 1ê Nîsanê, konferanseke me dê ligel Çînê hebe, em ê li wir gelek tiştan biaxivin, berjewendiyên wan ligel Ewropa û Amerîkayê hene, me ji wan re ragihand, neçin nav wê lîstika qirêj ku Putin encam dide.”

Serokê Amerîkayê eşkere kir: “Di civîna G7 de me behsa asayîşa xurekê ya li cîhanê kir, ku bandora wê li ser welatên cîhan û Ewropa û Amerîkayê heye, Ukrayna sebeta xureka cîhanê ye, ji bo vê yekê weke cîgir, Kanada, Amerîka berhema gelek baş a genim heye, em ê genimê Ukraynayê qerebû bikin, em hewl didin ku ziyanên asayîşa xurekê kêmtir bikin.”

Joe Biden destnîşan kir; divê Rûsya ji G20 derkeve, dibe ku Ukrayna bikare beşdarî civînên G20 bibe, Kîev dikare vê biryarê bide.

Biden di vêbarê de wiha gotina xwe domand, wer fikir dikim ku divê G20 Rûsyayê ji endamtiya xwe derxe û me ev mijar di hevdîtinên bi serokên welatên endam re li bruksel gotûbêj kir.

Biden derbarê boykot û zextên li dijî Rûsyayê de jî got: "Boykot tu caran nikarin rêgir bibin, lê domandina wan dê Vladimir Putin rawestîne."

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv