Sibat 15, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Efganistanê 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin

Li Efganistanê di şerê navbera hêzên eniya berxwedanê ya efganî û parêzvanê serokê ewlehiyê yê wîleyata Pencşêrê de 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin.

Di navbera parêzvanên serokê ewlehiyê yê wîlayeta Pencşêr Abdul Hamid Xorasanî û hêzên Eniya Berxwedanê ya Efganistanê ya dijber de şer rû da û di encamê de 3 parêzvanên Xorasanî hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Efganistanê ya Heratê ragihand ku ev ne cara yekemîn e ku hêzên Eniya Berxwedana Niştimanî ya Efganistanê êrişî karwanê Xorasanî dikin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê, di 28'ê Çileyê de karwanê Abdul Hamîd Xorasanî hate hedefgirtin bêyî ku birîndar bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku geliyê Panceşêr tekane herêma li Efganistanê ye ku ji hêla Tevgera Talîbanê ve nehatiye desteserkirin.

Fermandarê leşkerî û siyasî Ehmed Şah Mesûd hîna pêşengiya hêzên Eniya Berxwedanê ya Niştimanî ya li dijî Koma Talîban li wîlayeta Pencşêr dike.

Serepeyv