Çile 28, 2022 13:20 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Çîn: Heke Amerîka Ukrayna dagir bike wê rîskên cîhanî rû bidin

Rêveberiya Çînê piştgirî da Moskowê û hişyarî da ku eger Amerîka Ukraynayê dagir bike, wê 'rîskên cîhanî' rû bidin.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî got: "Divê fikarên aqilane yên Rûsyayê yên li ser mijara ewlekariyê cidî bêne dîtin û çareserî bê peydakirin."

Rêveberiya Pekînê bang li aliyan kir ku aloziyê mezin nekin, krîzê giran nekin.

Rêveberiya Waşîngtonê çarşemê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku Rûsya dibe di nava meha Sibatê de êrişî Ukraynayê bike.

Piştî geşedanên sala 2014an û referanduma tevlîkirina nîvgirava Kirimê bi Rûsyayê re û pevçûnên artêşa Ukraynayê bi Rûsiyên alîgirên Rûsyayê re li herêma Donbasê, têkiliyên navbera Moskowa û Kîevê aloz bûn û hin welatên rojava jî di nav de Amerîkayê ev alozî gurrtir kirin.

Serepeyv