Li Çînê bi lerza 6,9an erdhej çêbû û tiştek bi kesî nehat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331270-li_Çînê_bi_lerza_6_9an_erdhej_çêbû_û_tiştek_bi_kesî_nehat
Hat ragihandin ku li herêma xweser a Minyeun Huiya ser Çînhay a eyaleta Çînê bi şev bi lerza 6,9an erdhej çêbû û tiştek bi kesî nehat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2022 10:47 Asia/Tehran
  •  Li Çînê bi lerza 6,9an erdhej çêbû û tiştek bi kesî nehat

Hat ragihandin ku li herêma xweser a Minyeun Huiya ser Çînhay a eyaleta Çînê bi şev bi lerza 6,9an erdhej çêbû û tiştek bi kesî nehat.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê Navenda Torên Erdhêjê yên Çînê ragihand ku erdhej li herêma xweser a Minyeun Hîuyê 10 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Alîkarê Serokê Îdareya Rêveberiya Afata Herêmî Guo Yong di daxuyaniya xwe da ragihand ku di lêkolînên heta niha li 5 gundên qasî 5 kîlometre nêzî navenda erdhejê hatin kirin da tu zirar

û ziyan nehat tesbîtkirin.

Erdhej li Şînînga navneda eyaletê ku 136 kîlometre ji navenda erdhejê dûr bû jî hat hîskirin û wek tevdîr jî hin rêhesinên li eyaletê ji bo demekê hatin girtin.