Kanûn 16, 2021 13:16 Asia/Tehran
  • Ziyanên ji ber karesatên xwezayî li cîhanê di sala 2021 de gihêşt 250 milyar dolarî

Li gor raportakê saziya piştrastiya Swîsreyê, ziyanên karesatên xwezayî li cîhanê di sala 2021ê de nêzîkî 250 milyar dolar bûye.

Saziya Swisre ku şîrketeke navnetewî ya karûbarên piştrastiyê ye, raportek li ser ziyanên vîrusa koronayê belav kiriye û amaje bi wê yekê daye ku ziyanên karesatên xwezayî di sala 2021ê de li gor sala borî bi rêjeya sedî 25 zêde bûye.

Heman raportê de hatiye gotin ji sala 1970ê ve heta naha karesatên herî zêde di çar salên borî de pêkhatiye ku yek ji wan jî sala 2021ê bûye.

Li gor heman raportê, tê ragehandin li New York a Amerîkayê tenê ji ber karesatên xwezayî 32 milyar dolar ziyan pêkhatiye. Herwaha li Ewrupa jî 40 milyar dolar ziyan çêbûye.

Serepeyv