Mijdar 19, 2021 08:57 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Konseya Ewlehiyê derbarê êrîşa îdiayî ya Ensarullahê li ser balyozxaneya Amerîkayê

Konseya Ewlehiyê ya NY bi daxuyaniyekê, êrîşa îdiayî ya Tevgera Ensarullahê li ser balyozxaneya berê ya Amerîkayê li Senayê şermezar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di vê daxuyaniyê da ku êvara pêncşemiyê hat dayîn, endamên Konseya Ewlehiyê ya NY daxwaza "Derketina bilz a hemî endamên Ensarullaha Yemenê ji van avahiyan" hatiye kirin.

Konseya Ewlehiyê her wiha daxwaza azadkirina bilez a hemî kesan kiriye ku li gorî îdiayan hatine girtin.

Çend roj berê çavkaniyên nûçeyan bêyî raberkirina belgeyên pêwîst îdia kiribû ku kesên çekdar ên ser bi Ensarullahê êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê li Yemenê kiriye û hejmareke kedkarên xwecihîyên vî cihî girtine.

 

Pêncşemiya borî Berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê daxwaza azadkirina kedkarên xwecihî yên balyozxaneya Amerîkayê li Senayê kir û îdia kikr ku kesên çekdar ên ser bi Ensarullahê êrîşî ser balyozxanyea Amerîkayê kirine ku ji sala 2015an va li Senayê hatiye girtin.

 

Serepeyv