Cotmeh 16, 2021 23:04 Asia/Tehran
  • Rûsya ne li bendê ye di hevdîtinên li gel Talîbanê de pêşketinek mezin çêbibe

Nûnerê Taybet yê bo Efganistanê yê Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew ne li bendê ne ku di hevdîtinên bi Talîbanê re, ku dê di hefteya pêş de li Moskowê li dar keve, pêşdeçûneke girîng çêbibe.

Zamir Kabulov piştrast ku Talîban dê beşdarîyê li hevdîtinan bike, lê da zanîn ku Talîbanê hîn endamên di şandeyê de eşkere nekiriye.

Kabulov got: "Em ne li benda pêşdeçûnekê ne. Me hay jê heye ku ew peyvajoyeke dirêj e.’’

Wî da zanîn ku karbidestên Rûsya, Amerîka, Çîn û Pakistanê dê roja Sêşemê li Moskowê ji hev cihê kom bibin û ewê ser rewişa Efganistanê ya guherîye helwesteke hevbeş nîşan bidin.

Moskow di meha Adarê de bo konferanseke navneteweyî ya ser Efganistanê mazuvanî kiribû û welatên wek Rûsya, Amerîka, Çîn, Pakistanê bang li alîyên şerker yên li Efganistanê kiribûn ku peymaneke aştîyê ragihînin û tundûtûjîyê rawestînin.

Ji wê çaxê vir ve Amerîka û hevalbendên wê piştî 20 salan leşkerên xwe bi şûnde vekişandin, Koma Talîbanê kontrola Efganistanê bi dest xwe xist û hikûmeta berê hilweşîya û niha bi xwe hikûmeteke demkî ava kiriye.

Serepeyv