Cotmeh 15, 2021 17:11 Asia/Tehran
  • Talibanê bertek nîşanî teqîna li mizgefta Şîeyan li Qendiharê da

Berdevkê Talibanê teqîna îro li mizzgefta şîeyan li parêzgeha Qendihara Efxanistanê wek cinayeta mezin da wesifandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Kabulê, Zebîhullah Mucahid, Berdevkê Talibanê ragihand: Dewleta Talibanê teqîna mizgeftê li Qendiharê şermezar dike û wê wek cinayeteke mezin dizane.

Berdevkê Talibanê her wiha got: Ji hêzên ewlehiyê ra destûr hatiye dayîn ku sebebkarên bûyerên wiha bigirin û cezaya wan bidin.

Berdevkê Talibanê her wiha di vê peyamê da hevxemiya xwe tev malbatên şehîdên vê teqînê ragihand.

 

Îro (în) dema xwendina nimêja Înê li mizgefta Bîbî Fatimeyê nasyar bi Îmam Bargahê li bajarê Qendihara Efxanistanê, dubteqîn li dergeh û nav vê mizgeftê qewimîn.

Ji ber van teqînan heta niha 32 kes şehîd bûne û 53 kes jî birîndar.

Heta niha tu kom an kesekî berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe.

Ev di halekî da ye ku Îna borî jî li parêzgeha Qundûza Efxanistanê mizgefteke şîeyan kete ber êrîşeke xwekujiyê û ji ber wê zêdetirî 200 kesî şehîd û birîndar bûn.

 

 

Serepeyv