Li Rûsyayê balefirek ket û 19 kes mirin
Li Komara Tatarîstan a ser bi Rûsyayê balefira bi cureya L-410 a çetirbaz têdebûn kete xwarê û di encama bûyerê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balefira ku vê sibehê ji balefirgeha nêzîkî bajarê Menzelînsk a Tatarîstanê rabû û 23 lêniştiyên xwe hebûn ku ji wan 20 çetirbaz bûn, piştî ku bi hewa ket demekî kurt ket xwarê.
Li gor nûçeya çapemeniya Rûsyayê ku çavkaniya xwe spartiye bi Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê, ji ber ketina wê balefirê 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne. Lê belê berî viya hin çavkaniyan jimara kuştiyan 16 kes û ya birîdaran jî 7 kes ragihandibûn.
Hat ragehandin gelek tîmên rizgarkirinê ji cîhê bûyerê re hatine şandin.
Herwaha hat zanîn balefir ser bi kulûbekî esmanî ve ye.
Berî niha jî balafireke rûsî ya Antonov-26 li herêma Khabarovsk ketibû erdê û şeş rêwiyên wê can dan.