Li Hindîstanê otobûsek wergeriya û 12 kesan canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329284-li_hindîstanê_otobûsek_wergeriya_û_12_kesan_canê_xwe_ji_dest_dan
Li bakurê Hindîstanê otobûseke rêwiyan ji bo ku li ajalan nede li rê derket û qulibî. Di encama bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 13:37 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê otobûsek wergeriya û 12 kesan canê xwe ji dest dan

Li bakurê Hindîstanê otobûseke rêwiyan ji bo ku li ajalan nede li rê derket û qulibî. Di encama bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer, 40 kîlometre başûrê rojavayên bajarê Lucknow û li taxa Barabankî pêkhat.

Li gor daxuyaniya rayedarên polîs, ajokarê otobûsê ji bo li ajalan ser rê nede ji rê derket û li kamyonekî barhelgir daye. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 60 rêwiyên di otobûsê de 32 kes ji wan jî birîndar bûne.

Berpirsê polîs Yamuna Prasad jî got, hin rêwiyên di otobûsê de giran birîndar bûne û dibe ku hejmara miriyan zêde jî bibe.

Di bûyerên trafîkê yên li Hindîstanê her sal zêdetirî 110 hezar kesan dimrin.