Ermenistan amade ye danûstandinan bi komara Azerbeycanê re bike
Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan ragihand ku welatê wî têkildarî doza Qerebaxê amade ye ji nû ve xebateke giştî ya aştî û siyasetê bi Komara Azerbeycanê re bike.
Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan di daxuyaniyeke hevbeş de bi hempîşeyê xwe yê Cheek, Yakub Kolganik re li Yerîvanê wiha gotibû: "Ez dixwazim îşaretê bi girîngiya hevdîtina xwe ya bi serokên koma MINSK a Rêxistina Ewlehî û Tevkariya Ewropayê bikin ku 23’yê Îlona borî li New Yorkê ku pêk hatibû, her wiha girîngiya hevdîtina xwe ya hempîşeyê xwe yê Komara Azerbeycanê re bikin ku 24’ê Îlona borî bi navbeynkariya serokên koma MINSK li dar ketibû."
Mirzoyan da zanîn ku di her du hevdîtinan de diyar bû ku xebata aştî û siyasî hîna di rojevê de ye. Lê Yerîvan amade ye ku xebata giştî ya aştiyê di çarçoveya koma MINSK û rêgezên naskirî de ji nû ve dest pê bikin.
Di 27’ê Îlona 2020’an di navbera Ermenistan û komara Azerbeycanê de nakokî li ser Qerebaxê çêbûn û di 9’ê Mijdarê de serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, serokomarê Azerbeycanê Ilham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nicole Pashinyan daxuyaniyeke hevbeş li ser rawestandina xebatên leşkerî li vê herêmê da.