Îlon 18, 2021 14:51 Asia/Tehran
  • Fransa balyozên xwe li Amerîka û Awistralyayê vedikişîne

Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand ku ew dê balyozên xwe yên li Amerîka û Awistralyayê vekişînin ku ew jî ji ber rêkeftina ewlekariyê ya Amerîka û Awistralyayê ye.

Li gor rêkeftina herdu welatan, Amerîka dê keştiyên binderyayî yên etomî bo Awistralyayê dabîn bike û ev jî bûye cihê nerazîbûna Fransayê, ji ber ku sala 2016an Hêza Deryayî ya Awistralyayê bi Fransayê re rêkeftineke mezin îmza kir ku çendîn binderyayan ji vî welatî bikire. Bi qasî 55 milyon Euro qazanca Fransayê di rêkeftinê de hebû, lê ew rêkeftin niha hatiye hilweşandin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, ew biryara vekişandina balyozên Fransayê yên li Amerîka û Awistralyayê da ji ber “cidiyeta daxuyaniya Awistralya û Amerîka ya di 15ê vê mehê de bû.”

Fransayê roja pêncşemê Awistralya bi wê tometbar kir ku ji pişt ve xencer li wê daye û bertekeke tund nîşanî Amerîkayê jî da ku ev rêkeftin pêk aniye.

Li gor daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden, ew dê bi hevkariya Brîtanyayê, di warê pêşxistina binderyayiya etomî teknolojî û alîkariyê pêşkêşî Awistralyayê bikin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê rêkeftinê de ragihandibû, Amerîka, Awistralya û Brîtanya bi vê rêkeftinê nêziktirî hev dibin û gotibû, ev rêkeftin pêgeha Brîtanyayê di pêşrewkirina zanist û teknolojiyê de bihêztir dike.

Serokên Amerîka, Brîtanya û Avusturalya roja Çarşemê peymanên li ser hevkariya dîplomatîk, ewlehî û leşkerî li seranserê herêma Hindo-Pasîfîkê îmze kirin. Bernama binderyayî ya nukleerî ya Avusturalyayê dê bibe yekem projeya mezin a peymanê. Ev peyman dê alîkariya Avusturalya bike ku binderyayiya etomî bidest bêxe.

Ti welatek ji hevpeymanan amaje bi navê Çînê neda, lê Amerîka venaşêre ku mebesta wê lawazkirina pêgeha Çînê ye. Çînê jî rêkeftina Amerîka û Awistralyayê şermezar kir û ragihand ku seqamgiriya navçeyê têk dibe û herwiha wek pêngaveke “neberpirsane” binav kir.

Serepeyv