Ermenistanê li dijî Azerbêcanê doz vekir
Ermenistanê ji ber cudakariya li dijî Ermenan, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî doz li dijî Azerbêcanê vekir.
Duh Ermenistanê daxwaznama vekirina dozê li dijî Komara Azerbêcanê kir. Ermenistan, Komara Azerbêcanê bi pêkanîna sûcên nîjadî di şerê sala borî de li herêma Qerebaxê, tawanbar dike.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê daxuyanî da û tê de got: “Ermenistanê dibêje ku Komara ,Azerbêcan nîjadperestiyê li dijî Ermenan pêk tîne. Di encama siyaseta dewletê ya li ser dijminatiya Ermenan ava bûye, Ermen rastî nîjadperestiyê, komkujiyan û sûcên din hatin.”
Her wiha Ermenistanê bang li dadgehê kir ku tedbîrên awarte bigire da ku mafên Ermenistanê were parstin.
Ji ber şerê ku 6 hefteyan dewam kir, zêdetirî 6 hezar û 500 kes hatin kuştin. Ev şer di Mijdarê de piştî lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsyayê bi dawî bû. Li gorî wê Ermenistan hin herêmên ku kontrol dikirin, dan Komara Azerbêcanê.