Karzanên israîlî hêzên Komara Azerbaycanê hîn dikin
Tebax 23, 2021 21:25 Asia/Tehran
Kursa pisportî û fêrkirina welatiyên Komara Azerbaycanê bi alîkariya karzanên Rêjîma Siyonîst li Bakûya paytexta vê komarê hat lidarxistin.
Li gorî rapora ajansa Azertacê (Komara Azerbaycanê), Navenda fêrkariya Israîl-Azerbaycanê ya zanîngeha Neft û Pîşeyê ya Bakûyê hefteya borî jibo endamên kuştî û birîndar û şerkerên Komara Azerbaycanê li şerê vê dawiyê yê Qerebaxê, kursa bidestxistina pisportiyê di warê teknolojiya lêzanînan da li dar xist.
Ev kurs ji ser sipariş û hevkariya Rêxistina Kardîtina Dewletê ya Wezareta kar û dabînkirina civakî ya Komara Azerbaycanê hat lidarxistin.