Tîrmeh 31, 2021 10:46 Asia/Tehran
  • Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê nêzîkî 200 milyonan dibe

Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzîkî 200 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 197 milyon û 58 hezar û 957 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 35 mîlyonî ye. Li dû Amerîka bi 31,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4 milyon û 204 hezar û 185 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 612 hezar û 388 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 554 hezar û 497 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019an re cara pêşî li Wuhan a Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre li welatên din jî belav bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104 hezar û 922 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 848 kes bi wê mirine.

Serepeyv