Tîrmeh 28, 2021 14:25 Asia/Tehran
  •   NY: Sala 2021ê li Behra Spî 970 koçberên bêdestûr mirin

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) Paul Dillon ragihand ku li Behra Spî di sala 2021ê de ê 970 koçberên bêdestûr canê xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî Paul Dillon di civîna rojnamevanî ya li Ofîsa NYyê li Cenevê de da bibîrxistin ku roja yekşemê belemeke ku ji bajarê benderê yê El Xûmsa Lîbyayê bi rê ket, binav bû û herî kêm 57 koçberên bêdestûr wenda bûn.

Paul Dillon diyar kir, 18 kes ji aliyê masîgirên li wan nêzîkan û her wiha ewlekariya qeraxan ve hatin rizgarkirin.

Dillon herwiha da zanîn ku wendanûna herî kêm 20 jê jin û 2 jî zarok in.

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî da xuyandin ku xebatkarên IOMê yên li Lîbyayê xizmeta tenduristî, xwarin û avê didin 18 kesên ji Nîjerya, Gana û Gambiyayê û got, "Bi vê trajediya dawîn ve sala 2021ê li ser rotaya Behra Spî ya Navîn hejmara miriyan bi texmînî ligel jin, mêr û zarokan bi tevahî derket gihîşt 970 kesan.”

Li Afrîkayê ji ber xizanî, hişkayî, şer û pevçûnan û her wisa ji ber sedemên din her sal bi hezaran koçberên bêdestûr derdikevin rêya koçê û dixwazin ji ser Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin.

Ji ber vê yekê jî trajediyên navborî diqewimin.

 

Serepeyv