Tîrmeh 05, 2021 09:50 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: Valakirina bargeha Bagram jibo Talîbanê, kontrolkirina Efganistanê hêsan dike

Karzanên siyasî û leşkerî dibêjin valakirina bargeha Bagramê ji aliyê Amerîka û NATOyê wek xelateke hêjaye ji bo Koma Talîban. Di vê barê de rojnama îmaratî ya El-Ereb jî nivîsiye ku valakirina vê bargehê karê Talîbanê ji bo dagirkirina Efganistanê hêsan dike.

Derbarê vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê de rojnama El-Ereb wiha nivisî: “Valakirina baregeha leşkerî ya Bagram a Kabûlê ji aliyê  Amerîkayê ve û radestkirina erka birêvebirina wê ji artêşa Efganistanê re, hewldana tevgera(koma) Talîbanê ya kontrolkirina Efganistanê hêsan dike. Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê bi fikar in ku piştî temamkirina vekişînê di Îlona bê de, tevliheviyeke ewlehiyê çêbibe ku di encamê de şerekî navxweyî rû bide.

Baregeha Bagram navenda sereke ya operasyonên stratejîk ên Amerîkayê yên li Efganistanê ye. Ji wir şerê demdirêj ê li dijî tevgera Talîban û rêxistina El-Qaîde hevalbenda wê piştî êrîşên 11`ê Îlonê dest pê kir.”

Serepeyv