-
Rojnama El-Ereb: Valakirina bargeha Bagram jibo Talîbanê, kontrolkirina Efganistanê hêsan dike
Tîrmeh 05, 2021 09:50Karzanên siyasî û leşkerî dibêjin valakirina bargeha Bagramê ji aliyê Amerîka û NATOyê wek xelateke hêjaye ji bo Koma Talîban. Di vê barê de rojnama îmaratî ya El-Ereb jî nivîsiye ku valakirina vê bargehê karê Talîbanê ji bo dagirkirina Efganistanê hêsan dike.