Komara Azerbaycanê 15 dîlên artêşa Ermenistanê azad kirin
Komara Azerbaycanê 15 serbazên Ermenî ku dîl girtibûn radestî welatê wan kirin û li beramber jî derbarê cihê mînên vedayî ên artêşa Ermenistanî de li navçeyên Komara Azerbaycanê zanyarî wergirtin.
Ji Îlona 2020an ve bo dema 6 hefteyan şer di navbera artêşa Azerbaycan û Ermenistanê de li ser Herêma Nagorno-Karabaxê derket, piştre bi navbênkariya Rûsyayê şer bidawî bû.
Wezareta Derve ya Komara Azerbaycanê ragihand ku bi navbênkariya Rûsyayê rêkeftina radestkirina serbazên dîl ên Ermenistanê bo wî welatî îmze kirine li beramber wergirtina nexşeya taybet bi mînên vedayî yên artêşa Ermenistanê li nav axa Komara Azerbaycanê.
Wezareta Derve ya Komara Azerbaycanê dibêje, nexşeyên serbazî taybet in bi 92 mînên vedayî corên antî tank û antî mirov ku artêşa Ermenistanê li herdu navçeyên Fizulî û Zangîlanê vedane.
Ji aliyekî din ve hikûmeta Komara Azerbaycanê da zanîn ku ji Mijdara sala borî ve ku agirbest hat ragihandin, 7 serbazên Azerî û 8 sivîl bi mînên vedayî yên nav axa Nagorno-Karabax û navçeyên derdora wê hatine kuştin û zêdeyî 110 kes jî birîndar bûne.