Hezîran 22, 2021 15:30 Asia/Tehran
  • Hejmara mirinên ji vîrusa koronayê nêzîkî 4 mîlyonan bûy

Hejmara mirinên ji vîrusa korona nêzî 4 mîlyonan dibe. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 3,868,842 kes bi vîrusa korona mirine.

Hejmara mirinên ji vîrusa korona nêzî 4 mîlyonan dibe. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 3,868,842 kes bi vîrusa korona mirine.

Jiber vîrusa korona herî zêde li Amerîka mirin çêbûye ku wê nexweşîye li wî welatî 602,047 kes kuştine. Li dû Amerîka bi 501,825 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 388,135 mirinan Hîndistan tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê bi qasî 180 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine. Amerîka bi 33,5 mîlyon pêketinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi nêzî 30 mîlyon pêketinan Hîndistan heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Çînê 103,546 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

Serepeyv