Li Ermenistanê dest bi hilbijartinên parlementê yên pêşwext hate kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327121-li_ermenistanê_dest_bi_hilbijartinên_parlementê_yên_pêşwext_hate_kirin
Komîteya hilbijartinan a Ermenistanê got, di saet 08:00`an de zêdetirî 2 hezar navend hatin vekirin da ku hilbijêr tev li hilbijartinên pêşwext ên Komeleya Niştîmanî (Parlementa ji yek meclisê) bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2021 09:03 Asia/Tehran
  • Li Ermenistanê dest bi hilbijartinên parlementê yên pêşwext hate kirin

Komîteya hilbijartinan a Ermenistanê got, di saet 08:00`an de zêdetirî 2 hezar navend hatin vekirin da ku hilbijêr tev li hilbijartinên pêşwext ên Komeleya Niştîmanî (Parlementa ji yek meclisê) bibin.

Komîteyê diyar kir ku dengdayîn di saet 10:00`an de û li gorî saeta Moskova di 09:00 bi dawî bibe.

25 partî û komên siyasî tev li hilbijartinên herêmî dibin. Li gorî anketên raya giştî ku yê tê texmînkirin bi ser bikeve partiya El-Eqid El-Medenî (Peymana Sivîl) a bi serkêşiya serokê hikûmeta heyî Nicole Pashinyan û koma Ermenistanê bi serkêşiya Robert Kocharian (serokê berê yê komarê) ne.

Her wiha partiya Kongreya Neteweyî ya Ermenistanê bi serkêşiya serokê yekemên ê komarê Levon Ter Petrosyan tev li hilbijartinan dibe.

Ji bo derbasbûna parlementê divê partî herî kêm ji sedî 5 ji dengan bigre û kutle jî ji sedî 7 ji dengan bigre.

Li gorî komîteya hilbijartinên navendî ya Ermenistanê, zêdetirî 2,5 milyon kes mafê wan ê dengdayînê heye.