Bersiva Ermenistanê bo tevgerên leşkerî yên Komara Azerbaycanê
May 13, 2021 10:20 Asia/Tehran
Hêzên Ermenistanê tevgerên sînorî yên çekdarên Komara Azerbaycanê rawestandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand: Çekdarên Komara Azerbaycanê bi behaneya nîşanedanîna li er sînor, dixwestine hin guhertinan li navçeya sînorî ya parêzgeha Siyonîkê li axa Ermenistanê pêk bînin, lê piştî tûşbûna bi berteka hêzên ermenî kiryarên xwe rawestandine.
Çekdarên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê di 27ê Îlona 2020î li Qerebaxê bi hev ketin.
Ji ber vê pevçûna çekdarên du welatan bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn; Serê axir di 10ê Mijdara 2020î da ev pevçûn bi navcîtiya Rûsiyê bi dawî bû.