May 08, 2021 22:55 Asia/Tehran
  • Di encama çend teqînên terorîstî li Dibistaneke Efganistanê de 40 kes hatin kuştin

Li gorî berpirsekî Wezareta Hundirîn a Efganistanê îro li dibistanekê li paytexta Efganistanê Kabûlê çend teqîn pêk hatin, di encamê de 40 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar çêbûn, di nav de xwendekar jî hene.

Di demekê de ku welatiyan amadekariyên xwe yên cejna Remezanê dikirin, li herêma Deşt Borşî ya li rojavayê Kabûlê li ber dibistaneke keçikan ya binavê Dibistana Seyd el-Şuheda sê teqîn rû dan ku heya niha derdora 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne û hejmara kuştiya her diçe zêde dibe.

Koma Talîbanê ya Efganistanê êriş şermezar kir û berdevkê tevgerê yê bi navê"Zibîhullah Mûcahid" bi daxuyaniyekê wiha got: "Em êrişên îro li herêma Deşt Borşî ya li Kabûlê ku li dijî sivîlan pêk hat û bû sedem ku windahî çêbibin, şermezar dikin."

Vê komê bi tekez diyar kir ku ev êriş karê grûpa DAIŞê ye. 

Serepeyv