May 02, 2021 09:37 Asia/Tehran
  • Li Hindistanê di rojekê bi tenê de 400 hezar kes bi Koronayê ketin

Pandemiya Koronayê (Covid-19) li cîhanê bi rêjeyeke mezin belav dibe. Hindistanê di 24 saetan de zêdetirî 400 hezar rewşên Koronayê tespît kirin.

Tevî kêmbûna derman û hejmara zêde ya pêketiyên Covid-19 ku di 24 saetan de zêdetirî 400 hezar kes bi vîrusê ketine, Hindistanê hemleya vaksînekirinê li pêşiya nêzî 600 milyon welatiyên xwe vekir.

Li gorî wezîrê tenduristiyê yê Hindistanê, di roja şemiyê de Hindistanê 401 hezar û 993 rewşên nû yên Koronayê tespît kirine. Di Nîsanê de jî li Hindistanê ku gelheya wê 1,3 milyar e, nêzî 7 milyon kesên din bi Koronayê ketin.

Heta niha nêzî 150 milyon derziyên vaksîna Koronayê anku ji sedî 11,5 ji xelkê re hatine danîn.

Li gorî raporeke AFPê ku pêr belav kiribû, li seranserê cîhanê heta niha zêdetirî 150 milyon kes bi Koronayê ketine, ji wan 6 milyon kes di hefteyekê de pê ketine. Li cîhanê her roj zêdetirî 800 hezar kesên din bi Koronayê dikevin.

Serepeyv